22 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2017
ANKARA
Li bakurê Sûriyeyê di 152emîn roja Operasyona Mertalê Feratê de Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê 165 hedefên rêxistina terorê DEAŞê îmhe kirin û 11 terorîst jî kuştin.
Li gor agahiya Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê, Operasyona Mertalê Feratê ya ku li bakurê Sûriyeyê di 24ê tebaxê de ji bo parastina ewlehiya sînor, piştgiriya hêzên hevpeymanê û berterefkirina tehdîda rêxistinên terorê di 24ê tebaxê de hatibû destpêkirin, dewam dike.
Di 152emîn roja operasyonê de ji bo ku terorîstên li herêmê bên kuştin, bombebarandina li muxalifan dewam kir.
Di operasyonê de 165 hedefên rêxistina terorê DEAŞê yên ku ji sitargeh, mewziyên parastinê, tesîsên kontrolê, wesayît û çekan pêk tên, hatin îmhekirin.
Hêzên Esmanî yên Tirkiyeyê li herêma Babê 2 hedefên DEAŞê tesbît kirin û bombebaran kirin. Di bombebaranê da du wesaîtên bombebarkirî hatin îmhakirin. Dîmenên îmhabûna wesaîtên bombebarkirî hatin weşandin.
Di operasyonê da 11 mensûbên DEAŞa rêxistina terorê hatin kuştin, 2 terorîst jî birîndar hatin tesbîtkirin.
Hêzên hevpeymanê li başûrê rojhilata Tadîfê hedefên DEAŞê hatin tesbîtkirin û hat bombekirin. Di bombebabranê da terorîstek birîndar bû, obusek û wesaîteke bombelêkirî hat îmhakirin.
Tîman li herêmên ku ji DEAŞê hatin rizgarkirin, 44 teqemeniyên destçêkirî îmha kirin. Ji destpêka operasyonê heta niha 3 hezar û 88 teqemeniyên destçêkirî û 43 mayin hatin îmhakirin.