26 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2018
ANKARA
Serokatiya Sererkaniyê da zanîn ku di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê de heta niha 343 endamên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistinên terorê hatine berterefkirin.

Di daxuyaniya Sererkaniyê de hat diyarkirin ku Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) ji bo ku li hidûd û herêmê ewlehî û îstiqrar bê bidestxistin, li herêma Efrînê ya li bakurê rojhilatê Sûriyeyê terorîstên endamên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞê bên berterefkirin, gelê herêmê yê dost û bira ji zilm û tehdeya endamên rêxistina terorê xilas bibe 20ê kanûna paşîn di saet 17.00an de "Operasyona Çiqlê Zeytûnê" da destpêkirin û herekat wekî hatiye plankirin dewam dike.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku herekat di çarçoveya mafên Tirkiyeyê yên hiqûqa navneteweyî, mafê xweparastina meşrû ya ku di madeya 51ê ya peymana NYê û biryarên eleqedar ên KENYê yên der barê têkoşîna dijî terorê de bi rêzgirtina yekîtiya axa Sûriyeyê tê kirin.

Di daxuyaniyê de hat balkişandin ku di dema plankirin û îcrakirina herekatê de tenê terorîst û sitargeh, hêwirgeh, kozik, çek, wesayît û amûrên wan hedef tên girtin, ji bo ku kesên sivîl/mesûm zirarê nebînin gelekî baldar in û hesasiyetê nîşan didin û wiha hat gotin:

"Di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê de heta niha 343 endamên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistinên terorê hatine berterefkirin. Hêzên me yên Esmanî di dema Operasyona Çiqlê Zeytûnê de 23 hedefên ku ji aliyê rêxistina terorê ve wekî sitargeh, hêwirgeh, depoya cebilxaneyê û kozikên çekan tên bikaranîn îmhe kirin. 13 balafirên ku beşdarî herekatê bûn ji bo peywirên muteaqîb bên amadekirin vegeriyan baregehên xwe. Herekat wekî ku hat plankirin dewam dike."