14 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2016
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) di çarçoveya Hereketa Mertalê Firatê de li bakurê Sûriyeyê 84 hedefên rêxistina terorê DAEŞê yên ku di nav de depoyên çekan û mewziyên xweparastinê jî hebûn, îmhe kirin.
Li gor agahiya TSKyê, Hereketa Mertalê Firatê ya ku li bakurê Sûriyeyê di 24ê tebaxê de ji bo parastina ewlehiya hidûd, piştgiriya hêzên hevpeymanê û berterefkirina tehdîda rêxistinên terorê hatibû destpêkirin, dewam dike.
Di roja 113emîn a hereketê de endamekî rêxistina terorê DEAŞê hat kuştin.
74 hedefên ku di nav de depoyên çekan û mewziyên xweparastinê jî hebûn, hatin îmhekirin.,
Jetên Fermandariya Hêzên Hewayê jî li heremên El Bab û Kabr al Mukriyê 10 hedef îmhe kirin. Di êrîşê de 9 avahiyên ku wek depoya çekan û tesîsa kontolê dihat xebitandin û wesayîteke ku doçka pê hatiye girêdan hat îmhekirin.
12 teqemeniyên bi destan hatine çêkirin jî hatin teqandin.