06 Îlon 2016•Rojanekirin: 07 Îlon 2016
ANKARA
Serokatiya Sererkaniyê ragihand ku, di çarçoveya Herekata Mertalê Firatê ya ku Artêşa Sûriyeyê ya Azad bi alîkariya hêzên koalîsyonê birêva dibe da hejmara gundên ku ji DAEŞê hatin paqijkirin gihîşt 9an.
Di 13yemîn roja herekatê da 9 hedefên ku hat tespîtkirin ên terorê ne bi obêsên bahozê hatin bombardûmankirin. Hat ragihandin ku ji roja destpêkê ya herekatê vir va 392 hedef hatin bombardûmankirin.
Herwiha di daxuyaniyê da hat îfadekirin ku di operasyona Artêşa Sûriyeyê ya Azad bi alîkariya hêzên koalîsyonê birêva dibe da îro ji bilî gundê Karabah Mamal, Haydar Başa, El Humayrah, Umm Et Tadaya, El Masannah, Cub El Dam û El Mustafa El Kabirê, gundê Nabra û Mazrat Nabrayê jî ji destê DAEŞê hatin xilaskirin.
Hejmara gundên ku îro hatin xilaskirin gihîşt 9an.