09 Tebax 2016•Rojanekirin: 11 Tebax 2016
ANKARA
Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî yê Ajansa Anadoluyê (AA) Şenol Kazanci serdana Fermandarê Hêzên Taybet ê Sererkaniyê Korgeneral Zekai Aksakallî kir û ji bo Binefser Serçawîşê Biqidem Omer Halîsdemirê ku di dema teşebûsa derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fethullahî de şehîd ket, ser saxî da.
Kazanci bi Metîn Mûtanogluyê Arîkarê Midûrê Giştî û Berpirsyarê Weşana Giştî yê AAyê re Fermandariya Hêzên Taybet a Sererkaniyê ya ku şeva 15ê temûzê eskerên alîgirên derbeyê hewl didan ku bi dest bixin ziyaret kir. Kazanci û Mûtanoglu li kampusa Fermandariyê ya li Golbaşiyê bi Korgeneral Aksakalli re hatin bal hev.
Şenol Kazanci ji ber tiştên ku qewimîn li ser navê AAyê sersaxî da. Kazanci destnîşan kir ku dijî teşebûsa derbeyê gel çîroka qehremaniyê nivîsand û diyar kir ku teşebûsekî rûreşiyê bi destê gel hat berterefkirin.
Korgeneral Aksakalli odeya ku binefersê emîrê yê şehîd dema di peywirê de bû bi kar anî û telefona ku herî dawî pê re axivîn nîşan da.
Kazanci wêneyê şehîdê qehreman Binefser Halîsdemir diyariyê Korgeneral Aksakalli kir.
Aksakalli got ku ji ber ziyareta wan kêfxweş bû û telîmat da ku wêneyê Halîsdemîr li odeya meqamê bê daliqandin.

- Cihê ku xwîna şehîd lê rija bi camê tê mihafazakirin
Piştî hevdîtinê Korgeneral Aksakalli Kazanci û Mûtanoglu bir cihê ku Halîsdemîr lê şehîd ket.
Korgeneral Aksakalli diyar kir ku xwîna Halîsdemir ji cihê ku lê hat şehîdkirin nehat paqijkirin û ew der bi camê tê mihafazekirin û bi vî awayî nemir e. Kazanci, Mûtanoglu û Korgeneral Aksakalli li wir ji bo şehîd Halîsdemîr dia kirin.