08 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2016
SÊRT
Li Şîrwana navçeya Sêrtê ji bo derxistina 2 karkerên ku di kana madenê da mane, xebat dewam dikin.
Li gundê Madenê 17yê Mijdarê di kana madenê ya taybet da hezaz çêbûbû û ji 16 karkerên ku di madenê mabûn cinazeyê 14 karkeran hatine derxistin.
Ji bo derxistina karkerên bi navê Îbrahîm Kilinç û Halîl Başer ku di kana madenê da mane, xebat dewam dikin.
Xebatên derxistina karkeran di kordînasyona rayedarên Wezareta Vejenê, Walîtiya Sêrtê û AFADê da tên meşandin.
Ekîbên AFADê li Navenda Qeyranê ya AFADê der barê xebatan da agahiyê didin ximzên karkeran.
Li konê Heyva Sor a Tirkan çay û şorbeyê didin xizmên karkeran.
Xizmên karkeran digel şert û mercên dijwar ên hewayê xebatan dişopînin.