10 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2016
SÊRT
Li Sêrtê cinazeyê karkerekî din jî hat ditîn.
Li gundê Madenê 17yê mijdarê di kana madenê ya taybet da hezaz çêbûbû û 16 karker di madenê mabûn.
Îro jî tîmên lêgerînê cinazeyê karkerekî ku nasnameya wî nayê zanîn dîtin.
Cinaze şandin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.
Heta niha cinazeyê 14 karkeran hatine derxistin.
Ji bo derxistina karkerên bi navê Îbrahîm Kilinç û Halîl Başer ku di kana madenê da mane, xebat dewam dikin.