15 Îlon 2016•Rojanekirin: 16 Îlon 2016
WASHINGTON
Berdevkê Wezareta Karên Derva ya DYAyê Mark Toner di civîna çapemeniyê ya rojane da pirsên der barê agirbesta li Sûriyeyê da bersivandin.
Toner diyar kir ku Wezîrê Karên Derva yê DYAyê John Kerry û Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi têlefonê axivîn û herdu wezîran li hev kirin ku agirbesta li Sûriyeyê ya ku di 12ê îlonê da dest pê kir û 7 rojan ewê ber xwe bide bira 2 rojan bê dirêjkirin.
Toner destnîşan kir ku li gor rojên berê nika li gelenperiyê Sûriyeyê bûyerên tundiyê kêm bûn, hin agahî tên ku hê jî li hin ciyan agirbest tê îxlakirin.
Toner got ku leşkerên rejima Esed û hin mixalif agirbestê îxlal dikin û bangî Moskovayê kir ku bira "Tesîra xwe ya li ser Esed nîşan bide ku alîkariyên mirovahiyê bigihîjin ciyên xwe".
Toner got dibê Rûsya tesîra xwe li ser Esed zêde bike û wiha axivî: "Me hê nedît ku alîkariyên mirovahiyê gihîştin ciyê xwe."
DYA û Rûsyayê li Cenewreya bajarê Sweêdê di 9ê îlonê da li hev kiribûn ku ji bo Eyda Qûrbanê li Sûriyeyê pevçûn bên sekinandin. Agirtbesta ku ewê hefteyekî dewam bike di 12ê îlonê saet 18.45an da dest pê kiribû.