03 Îlon 2016•Rojanekirin: 03 Îlon 2016
ÎSTANBUL
Atîlla Taş, Gokçe Firat Çulhaoglu, Murat Aksoy û Mutlu Çolgeçenê ku di çarçoveya lêpirsîna li ser şaxa medyayê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê rêva dibe da hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Karûbarên 8 kesên ku di çarçoveya lêpisîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê rêva dibe da hatibû binçavkirin hat temamkirin û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin.
Hakimtiya Cezayê Silhê ya Nobedar der heqê Atîlla Taş, Gokçe Firat Çulhaoglu, Murat Aksoy û Mutlu Çolgeçen da biyara girtinê da û Dînçer Gokçe, Îskender Yunus Tîryakî, Levent Arap, Ayhan Şîmşek jî serbest berda.
Omer Şahîn, Abdullah Alparslan Akkuş, Rasîh Yilmaz û Nurullah Ozturkê ku di çarçoveya lêpirsînê da hatibûn binçavkirin bi destê dozgeriyê serbest hatibûn berdan.