03 Îlon 2016•Rojanekirin: 05 Îlon 2016
DIYARBAKIR
Qedexeya derketina derva ya ku li hin deverên navçeya Licê û Hêneya navçeya Diyarbekirê hatibû danîn, hat rakirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku ji bo berterefkirina terorîstên ku li çil û çiyayên Licê û Hêneyê çalakiyan dikin û di nav wan da terorîstên payebilind jî hene, îmhekirina kozik, baregeh, sitargeh û amûrên terorîstan operasyon hat kirin.
Li gor Qanûna Îdareya Bajêr a bi hejmara 5442yan ji bo pêkanîna ewlehiya can û malê welatiyan di 31ê tebaxê roja çarşemê saet 05.00î pê va qedexe hatibû danîn û îro ji saet 10.30î pê va hat rakirin.