İbrahim Atmaca
18 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2018
VAN
Li Ozapa navçeya Wanê malên kerpîç ên ku hinekên wan tên xebitandin, balê dikşînin.
Li giştiyê navçeyê hin malên kerpîç ên ku dehan sal berê hatine çêkirin, îro hê jî têne xebitandin.
Malên kerpîç bi lihevxistina axezera ku li herêmê tê derxistin û kayê va tên çêkirin û piraniya malan ji ber guhnedayinê hilweşiyane û bûne xwelî.
Abdullah Ozakanê ku li taxa Çamurluyê dijî got ku du malên wan ên ji kerpîçan hene û ew jê ra "koşk" dibêjin.
Ozakan diyar kir ku malek di sala 1954an da, malek jî di sala 1982yan da hatiye çêkirin û wiha dewam kir, "Di her yekê van malan da 4 an jî 5 hezar kerpîç hatine bikaranîn."