10 Nîsan 2018•Rojanekirin: 10 Nîsan 2018
ANKARA
Li dorbera Şirnexê û Zap û Xakurka herêmên li bakurê Iraqê di operasyonên esmanî yên Artêşa Tirkiyeyê da 7 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya Sererkaniyê li dorbera Şirnexê û Zap û Xakurka herêmên li bakurê Iraqê dijî hedefên rêxistina terorê ya cudakar operasyonên esmanî hatin kirin.
Hat destnîşankirin 9-10ê Nîsanê balafirên Fermandariya Hêzên Esmanî derketin operasyonê û di operasyonê da 7 endamên rêxistinê hatin berterefkirin û 4 hedefên wek baregeh û sitargeh dihatin emilandin hatin îmhekirin.