09 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2017
MARDÎN
Li Artukluya navçeya Mêrdînê du texsî li hev qelibîn û 4 kes di qezayê da mirin, 7 kes jî birîndar bûn.
Texsiya ku Abdulgafur Yilmaz diajot û plaqeya wê 21 AV 248 e û texsiya ku plaqeya wê 10 MJ 883 ye li ser rêya Mêrdîn û Diyarbekirê li texma Kampusa Zanîngeha Mardîn Artukluyê li hev qelibîn.
Piştî qezayê agir bi LPGya texsiya ku plaqeya wê 21 AV 248 e ket û Şofêr Yilmaz bixwe ji texsiyê derket û filitî.
Agir di demeke kurt da bi çar aliyê texsiyê girt û ekîba îtfaiyeyê agir temirand.
Piştî ku gotin di wesaîtê da du kesên din jî hene, deriyê texsiyê hat vekirin û cesedê Kasim Yilmaz (27) û keçika wî ya 4 salî di qoltixa pêşiyê da hat dîtin.
Şofêr Yilmaz, Îlyas (29) Atiye (5), Selahaddîn (2), Şehrîban (8), Cîhat (22), Nuray (31), Hidir (2) û Firat Erînê (17) ku di texsiya din da bûn û birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Ji birîndaran Îlyas û Atiye Erîn xelas nebûn û mirin.