03 Adar 2017•Rojanekirin: 04 Adar 2017
TBMM
Berdevkê HDPê û Parlamenterê Şanliurfayê Osman Baydemir der barê betalkirina civîna Wezîrê Dadê ya Bekir Bozdag bertek nîşanî Almanyayê da. Baydemir wiha got: "Siyasetmedar li kî derê çawa bixwaze lazim e biaxive. Tu kes divê ji ber fikra xwe neyê astengkirin."
Baydemir li meclisê civîneke çapemeniyê li dar xist. Baydemir di civînê de behsa erdheja duh li Adiyeman û Rihayê çêbû kir û ji gelê herdu bajaran re silametî xwest.
Baydemir wiha axivî:
"Siyasetmedar li kî derê çawa bixwaze lazim e biaxive. Tu kes divê ji ber fikra xwe neyê astengkirin. Lazim e Wezîrê Dadê jî birêz Serokomar jî, birêz Serokwezîr jî birêz Selahattîn Demirtaş jî, birêz Kiliçdaroglu û birêz Bahçelî jî li hemû erda biaxivin û fikira xwe bibêjin. Lê eger hûn vî mafî li welatê xwe de nedin gelê xwe tu meneya rexneyên we namîne. Ez hêvî dikim ku ev înşellah bibe sedema empatiyê."