Türkan Tosun
12 Sibat 2019•Rojanekirin: 13 Sibat 2019
ANKARA
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û Wekîlê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Patrîck Shanahan wê hevdu bibînin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî Akar wê li Bruksela paytextê Belçîkayê beşdarî Civîna Wezîrên Parastinê ya NATOyê bibe.
Civîn wê di 13ê Sibatê da li Baregeha NATOyê çêbibe û Akar li wir wê hin hevdîtinen bike ku yek ji wan jî hevdîtina wî ya bi Wekîlê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Patrîck Shanahan ra ye.
Ji bilî vê Akar wê bi Wezîrê Parastinê yê Yewnanistanê Evangelos Apostolakîs ra bê bal hevdu.
Wezîr Akar dema Evangelos Apostolakîs nû dest bi wezîfeyê kiribû nameyeke pîrozbahiyê jê ra şandibû û ew vexwendibû Tirkiyeyê.
Tê plankirin Akar bi wezîrên parastinê yên Îtalya, Fransa, Karadax û Gurcistanê ra jî hevdîtinan bike.
Wezîr Akar di çarçoveya Civîna Wezîrên Parastinê ya NATOyê da wê beşdarî rûniştinên civînê bibe.