15 Îlon 2016•Rojanekirin: 16 Îlon 2016
ANKARA
Serokê Gişkî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu serxweşî da Mehmet Budakê birayê Ahmet Budakê ku li Şemzînana navçeya Hekariyê li pêşiya mala xwe di êrîşeke çekdarî da hatibû kuştin.
Di daxuyaniya Yekeya Çapemeniyê ya CHPê da hat destnîşankirin ku Serokê Gişkî yê CHPê Kiliçdaroglu bi têlefonê bi Mehmet Budak ra axivî.
Kiliçdaroglu di axaftinê da ji Mehmet Budak ra got ku rihma Xwedê li Ahmet be û serxweşî dayê.
Ahmet Budakê ku di hilbijartina parlementeriyê ya 1ê mijdarê da di rêza ewil da bibû namzedê AK Partiyê yê Hekariyê li Şemzînanê li pêşiya mala xwe rastî êrîşa çekdarî hatibû û miribû.