19 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2017
DOHA
Hat ragihandin ku grûba şeşemîn a ku ji unsûrên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) pêk tê, gihîşt Dohaya paytexta Qeterê.

Di daxuyaniya Midûriyeta Rehberiya Manewî ya girêdayî Wezareta Parastina Qeterê da hat destnîşankirin ku di çarçoveya peymana hevkariya leşkerî ya di navbera Qeter û Tirkiyeyê da grûbeke nû ya teqwiyeyê hat û beşdarî leşkerên tirk ên li Dohayê bûn. Di daxuyaniyê da herwiha hat diyarkirin ku ev leşker ligel Artêşa Qeterê bi awayekî hevpar peywirê dikin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Enqere û Doha ji bo têkoşîna dijî teror û tundrewiyê û herwiha ji bo ewlekarî û îstiqrara herêmê xwedan helwesteke hevpar a parastinê ye. Herwiha Qeter û Enqereyê ji bo vê yekê di warê berevaniyê da hevkarî kir."
"Peymana Hevkariyê ya di Navbera Komara Tirkiyeyê û Dewleta Qeterê ya di Warê Perwerdeya Leşkerî, Pîşesaziya Parastinê û Bicihbûna TSKyê li ser Xaka Qeterê da" ku derfetê dide TSKyê li Qeterê mayînde bicih bibe, di 15ê Hezîrana 2015an da ketibû rewacê.

Grûba yekemîn ya ku ji unsûrên TSKyê pêk tê, di 19ê hezîranê da gihîştibû Qeterê. Grûbê tetbîqata yekemîn li Tabûra Tariq bîn Ziyad pêk anîbû.