19 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2017
TEKIRDAG
Li Tekirdagê di çarçoveya lêpirsîna dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Paralel (FETO/PDY) da bi îdiaya ku "ByLock"a bernameya agahdarkirinê ya rêxistinê bi kar anîne 57 kes hatin binçavkirin û ji wan 15 kes hatin girtin.
Li gor agahiya ku hat hildan, Serdozgeriya Komarê ya Tekirdagê bi îdiaya ku "ByLock" bi kar anîne, der heqê mele, tûrîzmkar, rojnameger, bankevan, karmendê tenduristiyê, weterîner, mamoste, bijîşk, hemşîre, esnaf, karker û polês, karsaz, kevanî û xwendekaran da lêpirsîna ji bo FETO/PDYê dewam dike.
Kesên ku der heqê wan da biryara girtinê hat dayîn ji 127an derket 137an. Ekîbên Midûriya Emniyeta Bajêr jî heta niha 128 kes binçav kirin.
Ji 57 bersûcên ku sewqî edliyeyê bûn jî 15 bersûc jî hatin girtin. 42 kes hatin berdan.