Elif Orhan
07 Îlon 2017•Rojanekirin: 07 Îlon 2017
ANKARA
Beşa ewil a arîkariyên ku Tirkiye dide Myanmarê bi merasima ku li Qonaxa Hikûmetê ya Eyaleta Rakhaynê hat kirin teslîmê rayedaran kirin
Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Ajansa Kordînasyon û Hevkariya Tirkî (TÎKA) hat dayîn di encama teşebûsên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan arîkariyên ku Tirkiyeyê şand Myanmarê gihaşt cî.
Arîkarî bi merasima ku li Qonaa Hikûmetê ya Eyaleta Rakhaynê hat kirin teslîmê rayedaran kirin.

Di merasimê de rayedarên Ofîsa Yangonê ya Myanmarê ya TÎKAyê amade bûn, di merasimê de pakêtên birinc, masiyên hişkkirî û cil û bergan teslîmê Midûrê Giştî yê Wezareta Xizmetên Civakî ya Hikûmeta Yekîtiya Myanmarê kirin.
Di merasimê de rayedarên Myanmarê ji ber arîkariyan spasiya peywirdarên TÎKAyê kirin.

Dê arîkariyan li firokeyan bar bikin û bigihêjinînin cihên arîkariyê û sibê jî belavî mihtacan bikin.
Arîkarê Serokwezîr Hakan Çavuşoglu der heqê mijarê de nirxandina "Arîkariyên ku dê biçin gihaştin rawestgeha ewil. Ji niha pê ve dê bi firokeyên eskerî bigihêjin."