Elif Orhan
06 Îlon 2017•Rojanekirin: 07 Îlon 2017
ÎSTANBUL
Civaknas û zanyarê siyasetê Prof. Dr. Şerîf Mardîn (90) wefat kir.
Porf. Dr. Mardin li Stenbolê li nexweşxaneyeke taybet a ku ev demek bû lê dihat dermankirin berêvarê wefat kir. Hat ragihandin ku cenazeya Mardîn dê sibê piştî nimêja cenazeya ya danê nîvro ya ku dê li Mizgefta Yenikoyê bê kirin bê binaxkirin.
- Prof. Dr. Şerîf Mardîn kî ye
Di sala 1927an de li Stenbolê hat dinê. Li Lîseya Galatasarayê dest bi perwerdeya dibistana navîn kir û perwerdeya xwe li DYAyê temam kir. Piştî ku ji Beşa Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Stanfordê mezûn bû li Zanîngeha John Hopkînsê lîsansa bilind kir. Mardîn di sala 1954an de wek asîstan ket Fakulteya Agahiyên Siyasî û doktoraya xwe jî li Zanîngeha Stanfordê temam kir. Di sala 1964an de bû doçent di sala 1969an de jî bû profesor.
Piştî ku li Zanîngeha Ankarayê 13 salan hîndekarî kir li Zanîngeha Bogazîçiyê Dekantiya damezrîner a Fakulteya Zanistên Îdarî û Îqtisadî û Serokatiya Beşa Civaknasiyê kir. Pişt re bi qasî 13 salan li Amerîcan Unîverstya li Washingtonê Serokatiya Navenda Lêkolînên Îslamê kir.
Pişt re hat Tirkiyeyê û xebatên xwe li Zanîngeha Sabanciyê berdewam kir.
Prof. Dr. Şerfî Mardîn herî dawîn li Zanîngeha Îstanbul Şehîrê wekî hîndekarê Fakulteya Zanîstên Civakî û Mirovî peywir dikir.