Muhammet Kurşun
07 Mijdar 2017•Rojanekirin: 08 Mijdar 2017
TBMM
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, der barê biratiya xelkên li Tirkiyeyê de got: "Em bi Kurd, Tirk, Laz, Çerkez, Gurcî, Abhaz, Sunnî û Elewî 80 milyon yek millet in. Emê senaryoyan biçirînin, lîstikan xera bikin û bi rêya xwe de bimeşin."
Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan, di komcivîna partiya xwe ya li Meclisê de axivî û li ser rojevê nirxandin kirin.
Li ser zextên navneteweyî yên li ser Tirkiyeyê Erdogan wiha nirxandin kir:
"Em lîstikên sedsalane xera dikin û milên wan dişikînin. Yên ku hêza Tirkiyeyê biçûk dibînin û potansiyela milletê me kêm dixwînin biisrar bangewaziya felaketê dikin. Bila bikin, em guh nadin wan. Emê ber bi îstiqbala xwe ve herin."
Der heqê yekîtiya milletê Tirkiyeyê de jî got:
"Em bi Kurd, Tirk, Laz, Çerkez, Gurcî, Abhaz, Sunnî û Elewî 80 milyon yek millet in. Emê senaryoyan biçirînin, lîstikan xera bikin û bi rêya xwe de bimeşin. Reqabeta siyasî me natirsîne, berevajiyê me, şewq û xîreta me zêdetir dike."
Ji bo têkoşîna li dijî terorê jî wiha agahî da:
"Hevalên me guh nadin zivistan, berf û seqemê li Hekarî, Tendûrek, Cûdî û Gebarê operasyonan dimeşînin. Em dikevin zivistanê lê dê operasyon bidomin. Em nasekinin emê bi ser terorê de herin. Bila kes li qisûrê nenêre, em ji têkoşîna li dijî terorê paşde gav navêjin."