Nihat Kavşut
07 Mijdar 2017•Rojanekirin: 08 Mijdar 2017
ŞIRNAK
Şaredariya Cizîrê ya bi biryarnameya Wezareta Karên Navxweyî lê qeyum hat wezîfedarkirin xebatên ji bona çêkirina bazara heywanan berdewam dike.
Li gor daxuyaniya şaredariyê ji bona li herêmê piştigiriyê bidin heywandariyê li texma gundê Kuştepeyê li ser qadeke 6 hezar mêtroqereyî bazara heywanan tê çêkirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Bazara heywanan wê duqatî be. 2 hezar mêtroqereyê bazarê wê sergirtî be û tê da ji bona 100 dewar û 150 pezî tewle hebin. Li qata yekê jî li qadeke hezar mêtroqereyî wê ji bona 75 dewar û 230 pezî ciyê firotinê hebe."