06 Îlon 2016•Rojanekirin: 07 Îlon 2016
ANKARA
Armanca şirketên otobêsan ew e ku 10 milyon rêwiyî bibin û bînin. Ji bo ku welatî bê bilêt nemînin şirketan 6 hezar seferên zêde danîn û dest bi firotina van bilêtan kirin.
Serokê Giştî yê Federasyona Otobêsvanan a Giştî Mustafa Yildirim ji nûçegihana AAyê re got ku mekteb tetîl in û tetîla Eyda Qurbanê jî bûye 9 roj, ji ber vê welatî şeva 8ê îlonê roja pêncşemê wê dest bi rêwitiyê bikin.
Yildirim got ku dibistan wê 19ê îlonê de dest pê bike û biletên di navbera 9-10-11 û 12 îlonê qediyan û wiha axivî: "Şirketên otobêsan yên ku armanca wan ew e ku 10 milyon rêwiyan bibin û bînin, ji bo ku welatî bê bilêt nemînin 6 hezar seferên zêde danîn. Armanca me ew e 500 hezar rêwiyan bibin û bînin. Em ê xizmeta 10 milyon rêwiyan bikin. Li giştiyê Tirkiyeyê 353 şirketên otobêsan 8 hezar û 500 otobêsan ve xizmetê didin. Rojên dinê hejmara seferên otobêsan 22 hezar e, lê dema eydê û betlaneyê ev hejmar qasî 27 hezaran zêde dibe."
- "Em ê xizmeta 10 milyon rêwiyî bikin"
Yildirim got ku ew ê xizmeta 10 milyon rêwiyî bikin û wiha dewam kir: "Di betlaneyê de em ê ji 800 hezar rewiyî bibin û bînin. Di nav 12 rojan de jî em ê xizmeta 9 milyon û 600 hezar rêwiyî bikin. Bi 6 hezar seferên zêde ve em ê xizmeta 10 milyon rêwiyî bikin. Bila welatî ecele bikin lewra bilêt neman. Der barê biletên korsan de jî bila baldar bin."
- "Bihayê biletan zêde nebû"
Yildirim got ku bihayê biletan zêde nebû û wiha axivî: "Bihayê biletan neguherî. Şirket dikarin ji sedî 30 kêm bikin, lê di dema tetîlê de ew biha kêm nakin. Ji ber vê jî wek ku zem hatibe ser tê fêmkirin. Şirketên otobêsan gelempêrî di navîna meha gulanê de li gor daxwazê û firotinê bihayê bilêtan zêde dikin."