03 Hezîran 2016•Rojanekirin: 04 Hezîran 2016
USKUP
Kurtulmuşê Alîkarê Serokwezîr: "Li vê derê tê dîtin ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn li gor prensîba jihevcudabûna hêzan derketiye holê. Ji vê hêlê va û ji hêla me va jî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn di cih da ye û rast e."
Numan Kurtulmuşê Alîkarê Serokwezîr li Uskupê der barê rojevê da daxuyanî da rojnamevanan.
Kurtulmuşê Alîkarê Serokwezîr der barê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn da ku serdana ji bo parêzbendiyê red kir wiha got: "Li vê derê tê dîtin ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn li gor prensîba jihevcudabûna hêzan derketiye holê. Ji vê hêlê va û ji hêla me va jî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn di cih da ye û rast e. Piştî vê jî êdî pêvajoya rakirina destnedayîniyê û yekoyeko şandina hemû fezlekan a dadgehê dest pê dike. Di vê pêvajoyê da êdî gotin ne gotina meclisê û Dadgeha Destûra Bingehîn e, gotin gotina dadgehên ku dosya çûne berdestê wan e yanî gotin gotina dadgehan e."