Sevim Hatun
08 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2018
MUŞ
Li Mûşê Tîma boksê ya di bin banê Xizmetên Ciwanî û Sporê yên Midûriya Bajêr de bo beşdarî Şampiyoniya Stêrkan a Tirkiyeyê ya wê meha pêş me were kirin bibe, amadehiyê dike.
Antrenorê tîma boksê Eyup Sezgîn got ku roj bi roj eleqeya ku nîşanê boksê didin zêdetir dibe û got boksorên ku li ber destê wan tên perwerdekirin ketine nav tîma milî.
Sezgîn wiha dewam kir: "Ji boksorên me yên jêhatî Yunus Emre Sertkaya par di beşa 62 kîlo de, li Tirkiyeyê bû yekemîn. Niha ji bo bibe şampiyonê Ewropayê em amadehiyê dikin."
Boksorê Milî Yunus Emre Sertkaya jî wiha axivî: "Li Ewropayê dixwazim him Mûşê him jî Tirkiyeyê bi serbilindî temsîl bikim. Ji bo vê li gor bernameya antrenorê xwe dixebitim."