Nihat Kavşut
31 Gulan 2018•Rojanekirin: 31 Gulan 2018
YOZGAT
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekir Bozdag di serdana xwe ya li Şaredariya Sorgunê da ji rojnamevanan ra axivî.
Alîkarê Serokwezîr Bekir Bozdag ji bo serlêdana daxwaza betalkirina hin hikmên zagona îtifaqa hilbijartinê ya li Dadgeha Destûra Bingehîn ku wê îro biryar bê dayîn wiha got: "Biryara hilbijartinê di destê parlamentoyê da ye. Parlamentoyê biryara hilbijartinê hilda. Ji ber ku bi biryara parlamentoyê ye biryara hilbijartinê teqez e. Ev nakeve ber rayeya Dadgeha Destûra Bingehîn. Loma jî ez texmîn nakim ku ji Dadgeha Destûra Bingehîn biryareke wiha derkeve."
Bozdag bertek nîşanî beyannameya hilbijartinê ya CHPyê da û wiha axivî: "Beyannameya hilbijartinê ya Înce wî bi xwe diderewîne. Dibêje 'Em ê piştî perwerdeya bênavber perwerdeya meslekî bidin.' Ev tê çi meneyê, yanê 'Em ê beşa navîn ya Îmam Xetîban bigirin.'"
Alîkarê Serokwezîr Bozdag ji ber ku di beyannameya hilbijartinê ya CHPyê da tê destnîşankirin ku pergala perwerdeyê wê wek 1+8+4 bê guherandin wiha got: "Ev tê wê meneyê ku weliyên ku dixwazin zarokên xwe bişînin qursa Qur'anê heta 16 saliya xwe temam nekin wê nikaribin zarokên xwe bişînin. Ev tê wê meneyê ku dibêjin 'Em ê 28ê Sibatê zindî bikin. Tiştên di wê heyamê da hatin kirin rast in. AK Partî hat û guherand û em ê cardin 28ê Sibatê zindî bikin.'"