YOZGAT
Alîkarê Serokwezîr Bekir Bazdag, çû serlêdana serokatiya wîleyata Yozgatê ya partiya xwe, li ser pirsên rojnemevanan yên der barê makeqanûna nû de axivî. Bozdag got: "Di mijara makeqanûnê de bangewaziya Serokwezîr vekirî û zelal e."
Bozdag, got ku li ser makeqanûneke nû lihevthatin pêk hat û li ser 48an di navbera 4 partiyan de lihevhatin çêbû û Serokwezîr ji xwest ku ew xalan werin meclisê. Bozdag wiha berdewam kir:
Madem 4 partî li ser vê li hev hatin, wekî vê ji meclisî jî dikare derkeve. Ji partiyên siyasî bersiva erênî dane vê bangewaziyê, lê belê CHPê bersiva erênî neda. Ji bo em sedema vê fêm bikin divê em li helwesta CHPê ya guhertina makeqanûnê binêrin ka gelo samîmî ye an na.