30 Mijdar 2016•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2016
MARDİN
Hasan Ozcanê li Mêrdînê ji 8 saliya xwe vir ve bi karê sifirê re mijûl dibe, sifirê bi fîgurên cuda yên dinî û çandî dineqşîne.
Ozcanê (58) ku li ber destê bavê xwe de dest bi xebatê kir, nêzî 50 salan e ku bi karê sifirê re mijûl e.
Ozcan ji nûçegihana AAyê re daxuyand ku ew di 8 saliya xwe de li ber destê bavê xwe xebitiye û ev sineta ku ji bavê xwe hînbûye hê jî didomîne.
Ozcan got ku wî jî ev kar hînê zarokên xwe kiriye, zarokên wî jî bi vê karê re mijûl dibin û got ku ew li ser teleba muşteriyên xwe her cure figurî li ser sifrê çêdikin.
"Ez li ser sifir şeklên wek destê Hz. Fatimayê, Dayika Meryemê, Teyrê Tawis û Şahmeranê neqiş dikim. Min biryar da ku ez şeklê Şahmeranê jî li ser sifir neqş bikim. Şahmeran ji bo Mezopotamyayê sembolek e. Di malên me yên kevir ên berê da neqşa Şahmeranê hebû. Berê qîz ji bo ku bextê wan bixêr bibe li ser cihêzê xwe neqş dikirin."
Ozcan got ku ji ber bûyerên terorî karê wî baş nîne û ew jî ji ber vê nikarin çirax hildin, ji rayedaran jî alîkarî xwest ku bila ji bo berdewamiya vî karî qursan vekin û wiha pê da çû: "Ez ji bo ev huner neyên jibîrkirin hewl didim. Lazim e rayedar li ser vê meseleyê bisekinin û qursan vebikin."