Elif Orhan
01 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Mizgefta Fethiye-Hasan Gumuşdag a ku Serokê Yekîneya Kûluban û Cîgirê Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê Goksel Gumuşdag li Kuçukçekmeceyê li ser navê dê û bavê xwe çêkir, vekir.
Serokomar Erdogan diyar kir ku îxtimalekî mezin DAEŞê êrîşa li Balafirgeha Ataturkê kiriye û got ku "Tu eleqeya wan bi îslamê re tune, cihê van cehenem e, kesekî ku li vê dinyayê yekî bikuje her wekî ku hemû alemê kuştiye."
Serokomar Erdogan: "Kesên ku dixwazin me ji hev biqetînin wê negihêjin armanca xwe. Bi îzna Xwedê ev yekîtiya me pêl bi pêl li Tirkiyeyê belav dibe û wê belav bibe."
"Her ku diçe em pêştatir diçin û emê herin jî. Lewra xwegihandina asta şaristaniyên hemçax bi gotinê nabe. Bi xebatê, hilberînê, veberhênanê, seresazî û binesaziyan ve dibe."
"(Têkoşîna bi terorê ra) Emê ji vê biryardariya xwe tawîzê nedin. Bi îzna Xwedê emê zû dereng vî karî biqedînin. Rojên me yên bi hizûr nêz in. Jixwe derdekî vanê hezkirina ji xwişk û birayên min ên kurd jî tuneye. Berevajiyê vê ew dijiminê wan in û heta îro li wê herêmê tu tiştek jî nekirine. Niha jî bi rakirina parêzbendiyê va ewê yekoyek hesab bidin."