Nihat Kavşut
03 Mijdar 2017•Rojanekirin: 03 Mijdar 2017
ÎSTANBUL
Fermandariya Ewlehiya Peravan ragihand di xebatên lêgerîna keştiya hesin barkirî ya li peravên Şîleyê binav bibû da cinazeyê 2 xebatkarên keştiyê hat dîtin.
Di daxuyaniya Fermandariya Ewlehiya Peravan da wiha hat gotin: "Li Şîleya navçeya Stenbolê 7 mîl li peravên navçeyê ciyê keştiya binav bûbû hat tesbîtkirin. Di xebatên 3yê mijdara 2017an da cinazeyê 2 xebatkarên keştiyê hat dîtin."

Keçtiya bi navê "Bîlal Bal" ya hesin barkirî bû û ji Gemlîkê diçû Eregliya Behra Reş siyala wê qut bûbû. Li herêmê Fermandariya Ewlehiya Peravan, Midûriyeta Giştî ya Ewlehiya Peravan û Fermandariya Hêzên Behrevaniyê xebatên lêgerîn û xilaskirinê dabûn destpêkirin.
Hatibû ragihandin di keştiyê da 2 keştîban, serendezyarek, 2 makînîst, 2 behrevanê hoste, behrevanek, 2 hosteyên rûn, nanbêjek û ji xeynî xebatkarên keştiyê kesek heye.