29 Sibat 2016•Rojanekirin: 01 Adar 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş de bi hinceta di 27ê sibatê de li mitînga Mersînê de dema axivîye heqaretê wî kiriye, gilîdar bû.
Huseyîn Aydinê parêzerê Erdogan daxwaznameya gilîdarbûnê da Serdozgeriya Komara Enqereyê.
Di daxwaznameyê de axaftina Demirtaş ya ku bûye mijara gilîkirînê hat nivîsandin. Hat gotin ku li gor madeya 299an a TCKyê di vê axaftinê de tiştên ku dibin sedema sûcê, yên ku heqaretê Serokomariyê dikin hene.
Di daxwaznameyê de hat gotin ku daxuyaniyên Demirtaş nikare di çarçoveya azadiya fikr û îfadekirinê de bê nirxandin û wiha hat gotin: "Daxuyaniyên wî yên ku bûne mijara giliyê, zedê dide şeref, şanazî û rêzdariyê. Li gor hiqûqê ne mumkun e ku mirov van himaye bike."
Daxwaz hat kirin ku der barê Demirtaş de ji ber sûcê "Ji Serokomar re heqaret kirin" doz bê vekirin.