13 Sibat 2017•Rojanekirin: 13 Sibat 2017
ANKARA
Di roja 174emîn a Herekata Mertalê Feratê da balafirên şer ên Fermandariya Hêzên Hewayî ji bo 51 hedefên DEAŞê operasyona hewayî kirin. Di çarçoveya herekatê da û 51 avahiyên ku mensûbên DEAŞa rêxistina terorê wek stargeh bikardianîn hatin îmhakirin.
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) ragihand ku operasyona di serî de ji bo berterfekirina tehdîda DEAŞa rêxistina terorê, xurtkirina ewlehiya sînoran û ji bo piştevaniya hêzên hevpeymanê li bakurê Sûriyeyê di 24ê tebaxê de dan destpêkirin, dewam dike.
Di roja 174emîn a herekatê de 143 hedefên DEAŞê yên tespîtkirî hatin bombekirin.
Balafirên Fermandariya Hêzên Hewayî ji bo 51 hedefên DEAŞê herekata hewayî kirin û 51 avahiyên ji hêla terorîstan wek stargeh dihatin bikaranîn îmha kirin û di bombebarandin û şer û pevçûnên nav rojê qewimîn da jî 30 mensûbên rêxistinê hatin kuştin.