Muhammet Kurşun
13 Sibat 2017•Rojanekirin: 14 Sibat 2017
ANKARA
Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Dr. Mihemed Hacî diyar kir ku dê Serokê Herêmê li 53emîn Konferansa Ewlehiyê li Munihê behsa serxwebûnê bike.
Hacî, der barê beşdariya Barzanî bo 53emîn Konferansa Ewlehiyê li Muniha Almanyayê ji bo malpera fermî ya PDKê axivî.
Şêwirmendê Serokê Herêmê diyar kir ku Barzanî nûneriya milletekî dike loma jî beşdariya wî beşdariya xelkê Kurd e.
Hacî diyar kir ku organîzasyona li Munîhê ku dê 17 û 19ê Sibatê bi beşdariya 500 mêvanî ji 60 welatan birêve biçe, mijarên ewlehiya cihanî û şerê li dijî terorê ji xwe re dike rojev.
Barzanî jî dê li wê organîzasyonê bi serok û berpirsên gelek welatan re bicive. Par jî bi heman awayî Barzanî hatibû vexwendin û digel gelek berpirsên girîng civiyabû.
Hacî nirxandina xwe li ser beşdariya Barzanî bo civînê wiha kir: "Beşdariya Serokê Herêmê tê me'neya beşdariya milletê Kurd. Ev jî pozîsyona Serok Barzanî di hevsengiya siyasî û giringiya Rojhilata Navîn de derdixîne holê. Dinya hemû bi pozîsyona Kurdan di hevsengiya Rojhilata Navîn de dihese. Bi taybetî giraniya şerê Pêşmerge li dijî terorîstên DEAŞê di vê hevsengiyê de. Bi saya vî şerî hemû dinyayê Kurd û hêza Pêşmerge nas kiriye. Îdî birêz behsa Pêşmerge û Kurdistanê dikin."
Hacî bal kişand ser wê yekê ku Barzanî wek nûnerê Kurdan û Pêşmerge diçe civînê û wiha pê de çû:
"Barzanî, hem wek kesayet giringiya wî heye hem jî ev beşdarbûn giringiya pozîsyona Kurdan nîşan dide li herêmê. Serok Barzanî dê li wê derê pirsa Kurdan û serxwebûna Kurdistanê behs bike. Loma jî beşdariya Barzanî xwedî giringiyeke mezin û tarîxî ye di tarîxa xelkê Kurdistanê de."
Ji xeynî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî di nav dawetiyan de ye.
Herwiha kesên wek Sekreterê Giştî yê NYê Antonio Guterres, Serokê Konseya Ewropayê Donald Tusk, Berpirsa Têkiliyên Derve û Bergiriyê ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, Serokê Dewleta Polonyayê Andrzej Duda, Serokê Dewleta Ûkraynayê Petro Poroschenko, Serokê Dewleta Efxanistanê Mohammad Ashraf Ghani, Serokwezîra Norwecê Erna Solberg, Serokwezîrê Macaristanê Victor Orbán, Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî, Wezîrê Derve yê Komara Çînê Wang Yi, Wezîrê Derve yê Siûdiyê Adil el-Cubeyr, Wezîrê Derve yê Îranê Mûhemmed Cewad Zerîf, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Wezîre Derve yê Fransayê, Jean-Marc Ayrault, Wezîrê Derve yê Ingîlereyê Boris Johnson, Sererkanê Pakistanê Qamar Javed Bajwa, Wezîrê Bergiriyê yê Îsraîlê Avigdor Liberman, Serokê Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî Peter Maurer, Dîrektorê Çavdêriya Heqê Însanî (Human Rights Watch) Kenneth Roth, Serokê Microsoft/Bill & Melinda Gates Foundation Bill Gates, hunermend Philanthrop Bono jî di nav lîsteya dawetiyan de hene.