08 Nîsan 2017•Rojanekirin: 09 Nîsan 2017
ANKARA
Hat ragihandin hefteya dawîn di operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê yên li Diyarbekir, Şirnex, Batman, Tuncelî, Hekarî û Qersê bi destê Hêzên Çekdar a Tirkiyeyê hatin kirin da 36 endamên rêxistinê hatin kuştin.
Sererkaniyê der barê têkoşîna dijî PKKyê da agahî da.
Hat destnîşankirin di 31ê adarê-6ê nîsanê da li dijî kar û barên rêxistinê terorê operasyon hatin kirin.
Hat ragihandin di operasyonên dijî PKKyê yên li Lice-Qulpa navçeyên Diyarbekirê, Akçay-Beytuşşebaba navçeyên Şirnexê, Gercuşa navçeya Batmanê, Çemê Kutuya Tunceliyê, Yuksekovaya navçeya Hekariyê û Sarîqamîşa navçeya Qersê bi destê Hêzên Çekdar a Tirkiyeyê hatin kirin da 36 endamên rêxistinê hatin kuştin.
Hat diyarkirin di operasyonan da 26 tiving, tinvingeke mekanîk, 47 bombeyên destan û 3 rokêtavêj hatin qefaltin. Di xebatên lêgerînê da 10 mayîn û 11 teqemenî hatin îmhekirin.
Di operasyonan da 850 kîlogram amonyum nitrat, 20 kîlogram "TNT", gelek qablo, funye û 21 baregeh û sitageh û depoyeke endamên rêxistinê hatin îmhekirin.
Di têkoşîna dijî çavkaniyên rêxistinê da 156 kîlogram esrar, 4 kîlogram hişbir û 25 hezar û 300 pakêt cixareyên qaçax hatin girtin.
Wek mayîn li ser sînor 4 hezar û 913 kes hatin girtin û di operasyonan da 4 leşker şehît ketin û 21 leşker birîndar bûn.