18 Tebax 2017•Rojanekirin: 19 Tebax 2017
ANKARA
Di nav hefteya dawîn da Hêzên Artêşa Tirkiyeyê di operasyonan da 58 terorîst berteref kirin.
Hêzên Artêşa Tirkiyeyê der barê operasyonên di 10 û 17ê tebaxê da hatin kirin daxuyanî da.
Hat diyarkirin Şirnexê li navçeyên Beştuşşebab, Încebelê, Çiyayê Katoyê, Budak û Çiyayê Namazê û li Yuksekovaya Hekariyê operasyonên berfireh hatin kirin.
Hat destnîşankirin di operasyonan da 58 terorîst hatin berterefkirin û 26 tivigên piyadeyan, 3 tivingên mekanîk, tinvigeke nîşangiriyê, 3 rokêtavêj, tivingeke nêçîrê û 35 çekên curbecur hatin qefaltin.
Di operasyonan da 2 hezar û 500 kîlogram amonyum nîtrat, 38 bombeyên destan, hezar û 587 guleyên çakan, 2 mayînên antîtank, rokêtavêjek, fişengeke rokêtavêjê, hezar û 814 guleyên tankşikênê û gelek xwarin û xurek hat qefaltin.
Di operasyonan da 17 bombeyên destan û 8 sitargeh, şikeft û depo hatin îmhekirin.
Li texma Tuzkuyusuya Sêrtê 3 endamên bi ÎHAyê hatibûn tesbitkirin hatin beterefkirin.
Di encama lêkolînan da derket holê terorîstên êrîşî Mehmet Kocabeyê Qaymeqamê Bayqanê kirine û Yakup Akdagê Fermandarê Qereqola Bayqan-Çukurcayê şêhîd kirine hatin berterefkirin.
Di operasyonan da 118 hezar û 450 pakêt cixareyên qaçax hatin qefaltin.
Di kontrolan da 8 hezar û 738 qaçax hatin qefaltin.
Di operasyonan da 7 leşker şehîd bûn û 12 leşker jî birîndar bûn.