06 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2018
ANKARA
Artêşa Tirkiyeyê 29ê Hezîranê-5ê Tîrmehê di operasyonên li nav welêt û bakurê Iraqê da 49 terorîst berteref kir.
Li gor daxuyaniya Sererkaniyê 29ê Hezîranê-5ê Tîrmehê dijî PKK/KCKya rêxistina terorê li Şirnex, Hekarî, Meraş, Diyarbekir, Agirî, Mêrdîn û bakurê Iraqê operasyon hatin kirin.
Hat diyarkirin di operasyonên li nav welêt û bakurê Iraqê da 49 terorîst hatin berterefkirin û 11 tiving, 2 çekên lavê, tivingeke nîşangiriyê ya bi cureya Dragunovê û demançeyek hat qefaltin.
Di operasyonan da 16 teqemenî û 8 kozikên çekan, sitargeh û baregeh hatin îmhekirin.
Li gor agahiyan di operasyonan da 4 esker birîndar bûn.
Wek mayîn hat diyarkirin hêzên Artêşa Tirkiyeyê ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê heta niha 4519 terorîst berteref kirine.