02 Tebax 2017•Rojanekirin: 03 Tebax 2017
ERZURUM
Di operasyonên ku hêzên ewlehiyê li giştiyê welêt di meha tîrmehê da kirin da 247 terorîstên PKKya rêxistina terorê hatin berterefkirin.
Hêzên Çekdar ên Tirk û personelên Midûriya Giştî ya Emniyetê li dijî mensûbên PKKya rêxistina terorê têkoşîna xwe ya biryardarî didomîne.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê da hev, di navbera 1-31ê tîrmehê da 9 wezîfedarên ewlehiyê di êrîşên mensûbên PKKya rêxistina terorê da şehîd bûn. Mamoste, karker, siyasetmedar û şivan jî tê da 10 sivîl di êrîşên terorê da mirin, 9 kes birîndar bûn. 43 wezîfedarên ewlehiyê yên ku di operasyon û êrîşên terorê da birîndar bûn jî hatin tedawîkirin.
Di meha tîrmehê da di operasyonên navxweyî û dereke da 247 terorîst hatin berterefkirin.

Di meha tîrmehê da li gelek bajaran dijî şaxa ciwanan a PKKya rêxistina terorê operasyon hatin kirin û 366 bersûc hatin binçavkirin. Murat Yilmazê ku "Berpirsê darayiya Tirkiyeyê" yê KCKê jî tê da 116 kes hatin girtin.
Terorîstên kategoriya "gewr" û "kesk" hatin kuştin
Li Agiriyê di operasyonê da 2 terorîst hatin berterefkirin û hat tesbîtkirin ku yek jê qaşo berpirsê Qada Başûrê Çiyayê Agiriyê Ahmet Acarê ku kodnavê wî "Murad Bazîd" e.
Li Qaxizmana navçeya Qersê jî di operasyonê da Ferît Polatê ku kodnavê wî "Taylan" e û qaşo berpirsê Herêma 4emîn a Qers-Erzirom-Îdirê ye û di lîsteya Wezareta Karên Navxweyî da di nav kategoriya "kesk" daye jî hat kuştin.