14 Nîsan 2018•Rojanekirin: 15 Nîsan 2018
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag: "Tirkiye beriya êrîşê hat agahdarkirin û di êrîşê da Baregeha Încirlikê nehat emilandin."
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekir Bozdag li ser hesabê xwe yê Twitterê der heqê êrîşên Amerîka, Îngilistan û Fransayê yên dijî rejima Esed da daxuyanî belav kir.
Bozdag ji bo operasyona dijî rejima Sûriyeyê hat kirin wiha got: "Tirkiye beriya êrîşê hat agahdarkirin û di êrîşê da Baregeha Încirlikê nehat emilandin."
Alîkarê Serokwezîr Bozdag di berdewamiyê da wiha got: "Beriya êrîşê li ser telîmata Birêz Serokomarê me û Birêz Trump, Sererkanê Amerîkayê û Sererkanê Tirkiyeyê axivîn."
Bozdag bal kişand ser çareseriya li Sûriyeyê û wiha got: "Ji bona çareseriyê divê dev ji gulaşa zend û bendan berdin û çareseriyeke siyasî ya bê dek û dolab lazim e. Wek mayîn dîsa wê xwîn birije."
Alîkarê Serokwezîr Bozdag destnîşan kir ku di meseleya Sûriyeyê da helwesta Tirkiyeyê eşkere ye û wiha got: "Tirkiye li Sûriyeyê rejima Esed, emilandina çekên kîmyayî û konvansiyonel, şerê navxweyî, kuştina însanan, terkeserbûna însanan û tevî DEAŞ, PKK, KCK, PYD/YPGyê hemû rêxistinên terorê qebûl nake."
Bozdag diyar kir ev bi tena serê xwe kêrî çareseriyê nayê û wiha dewam kir: "Piştî êrîşên kîmyayî yên rejima Sûriyeyê moşekên ku avêtin Sûriyeyê jî feydeyê nadin çareserkirina meseleyên li Sûriyeyê. Eşkere ye ku yên dawîn jî wê feydeyê nedin."