14 Nîsan 2018•Rojanekirin: 14 Nîsan 2018
ANKARA
Di operasyonên ku 7-13ê Nîsanê da li Tûncelî, Diyarbekir, Şirnex û bakurê Iraqê hatin kirin yek jê qaşo serkirde 67 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya Sererkaniyê di operasyonên ku 7-13ê Nîsanê da li Tûncelî, Diyarbekir, Şirnex û bakurê Iraqê hatin kirin 27 li nav welêt û 40 li dervayî welêt bi tevahî 67 terorîst hatin berterefkirin.
Hat diyarkirin di operasyonan da 31 tiving, moşekeke esmanî, 2 çekên Dragunovê ya nîşangiran, çekeke tankşikênê ya LAWê, 3 tivingên mekanîk, 4 rokêtavêj û 2 demance bi tevahî 44 çek hatin qefaltin.
Di operasyonan da 84 teqemenî û 47 kozikên çekan, sitargeh, baregeh, depo û şikeft hatin îmhekirin.
Hat destnîşankirin di operasyonan da 2 esker şehîd ketin û 10 esker jî birîndar bûn.
- Operasyona Çiqlê Zeytûnê
Wek mayîn di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da ku dewam dike ji destpêkê heta niha 4157 terorîst hatine berterefkirin.
Li gor agahiyan di pevçûnan da 52 esker şehîd ketin û 232 esker jî birîndar bûn.
Ji destpêka operasyonê heta niha 107 mayîn û 781 teqemenî hatin îmhekirin.