Haydar Şahin
25 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2018
ELAZIG
Dostiya di navbera Kenan Kiliçê li Elezîzê destgeha mobîlyeyê dixebitîne û werdegê navê wî daniye "Boncuk" a li dikanê xwedî dike merivan şaş û metel dihêle.
Ji ber ku Kiliçê 35 salî yê li Taxa Sanayiyê dikana wî heye ji heywanan hez dike bavê wî ji vir 7 meh berê jê ra cûcikeke werdegan kirî.
Kiliçê hoste werdeg li dikanê xwedî kir û di demeke kin da werdeg hînî wî bû û jê veneqetiya. Kiliç navê werdehê jî danî "Boncuk".
Dem ser ra derbas bû û werdeg bû şahiya destgehê. Kiliç ji bo ku werdeg bi tenê nemîne werdegeke mê ya navê wê dan, "Findik" jî kirî.
Welatiyên li der û dorê dema dostiya Kiliçê hoste û Boncukê werdegê ji xwediyê xwe naqete, pê ra diçe beqalê dibînin şaş û metel dimînin.
Kiliç daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi taybetî ji cûcikan hez dike û qasî îmkanên xwe li malê û dikanê wan xwedî dike.
Kiliç got ji ber ku ji heywanan hez dike bavê li bazarê jê ra cicûka werdegê kiriye û wiha pê da çû:
"Min xwedî kir û mezin kir, di nav 7 mehan da hat vî halî. Bi Boncuk ra dema me xweş derbas dibe. Hin caran em diçin înşaet. Dikana xwe digrin lêbelê Boncuk li pêşiya dikanê dimîne û li mişteriyan pêşwaziyê dike. Dikanê diparêze, lê xwedî derdikeve. Hin caran em Boncuk jî bi xwe ra dibin ciyên ku diçinê."
Kiliç got dema şebeqê tê dikanê Boncuk pêşwaziya wî dike û wiha pê da çû: "Qet ji min naqete, qutê xwe dixwaze. Em bi Boncuk ji stresê xilas dibin. Hin caran em tên dikanê dema Boncuk tê pêşiya me em ji stres û bîntengiyê xilas dibin. Em dibêjin ku li vê derê Boncukê me heye li me pêşbaziyê dike."
Kiliç destnîşan kir ku zehf ji heywanan hez dike û li malê jî mirîşkên xemlê xwedî dike.
Alî Ortê ji mişteriyên Kiliç jî diyar kir ku ev demeke dirêj e Kenan hoste nas dike û got berê herî zêde ji bo kar dihat dikana wî.
Ort got piştî ku Boncuk dît hatin û çûyîna wî ya dikanê zêde bû û wiha axivî: "Piştî ku min Boncuk dît carcaran ji bo wî tên vê derê. Kenan hoste ji heywanan hez dike, ez wî teqdîr dikim. Helwesteke wî ya xweş e."