Abdullah Tel
25 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2018
ŞANLIURFA
Projeya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAP) li dinyayê ji projeyên veberhênaniya pêşketinê ya herî bi îdia tê hesibandin yek e. Di vê çarçoveyê da li ser Çemê Feratê bendav hatin avakirin û di nav 25 salan da ji ceyrana ku ji wan bendavan hat temînkirin bi qasî 27 milyar dolar dahat, hat bidestxistin.
Serokê Îdareya Pêşvebirina Herêma (ÎPH) GAPê Sadrettin Karahocagîl daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di nav hemû qadên projeyê da qada herî zêde veberhênanî lê tê kirin qada vejenê ye û bi bîr xist ku di çarçoveya projeyê da çêkirina 22 bendav, 19 HES û şebekeyên avdanê jî tê plankirin.
Karahocagîl destnîşan kir ku hikûmet jî girîngiyê dide projeyên GAPê û ji ber vê jî pereyê terxankirî yê bo projeyan her sal tê zêdekirin û di vê çarçoveyê da heta niha biçûk mezin 15 bendav hatine temamkirin.
Di berdewamiya daxuyaniya xwe da Karahocagîl ragihand ku ceyrana ji projeyên GAPê yên temamkirî tê temînkirin bi kêrî veberhênaniyên din ên li herêmê ne jî tê û wiha pê da çû: "GAP ji bo vejen û axa me ya ku xwedî potansiyeleke mezine bê nirxandin hemleyeka pêşketinê ye. Di vê çarçoveyê da veberhênaniya me ya di qada vejenê da di merheleye gelek baş da ye. Di nav 25 salan da ji bendavên li ser Çemê Feratê bi qasî 30 milyar megavat ceyran hatiye çêkirin û bergîdana vê jî 27 milyar dolar dike."
- Hedef temamkirina bendavên Sîlvan û Ilisuyê ne
Karahocagîl got ku ji bo temamkirina bendavên Sîlvan û Ilisuyê jî ew gelek hewl didin û wiha dewam kir: "Niha em gihîştine wê hedefa xwe ya ku me ji bo vejenê kifş kiribû. Li herêma me 15 bendavên ku mezin tên hesibandin, hatine çêkirin, hene. Niha hedefa me ew e ku bendavên Ilisu û Sîlvanê demildest bên temamkirin û ji bo vê em hewl didin."