31 Tebax 2017•Rojanekirin: 01 Îlon 2017
ANKARA
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî got: "Rêveberiya Pêşmerge ji bo qaşo referandûma Kurdistanê ku plan dike 25ê Îlonê bi cih bîne hê jî inyat û israrkirina xwe didomîne. Tevlî vê biryara Encumena Wîlayeta Kerkûkê ya di 29ê Tebaxê da kom bû û wê Kerkûkê jî tevlî qaşo referandûmê bike yek ji îlaweyen nû yên xiyanet û rezaletê ye. Tê xwestin ku bajarên tirkmenan ji xwediyên xwe yên esil û eslî bên qetandin. Ji bo vê divê îzin neyê dayîn û tu car destûr neyê dayîn."
Bahçelî bi munasebeta Eyda Qurbanê di peyama weşand da ragihand ku ji ber gihîşt eydeke nû tevlî gel kêfxweş e û ji bo xwe nêzî Xwedê bikin jî ev roj wek firsendeke mezin hesibandin.
Di peyama xwe da Bahçelî biryara Encumena Kerkûkê ya ku wê beşdarî referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê bibe jî nirxand û wiha got:
"Rêveberiya Pêşmerge ji bo qaşo referandûma Kurdistanê ku plan dike 25ê Îlonê bi cih bîne hê jî inyat û israrkirina xwe didomîne. Tevlî vê biryara Encumena Wîlayeta Kerkûkê ya di 29ê Tebaxê da kom bû û wê Kerkûkê jî tevlî qaşo referandûmê bike yek ji îlaweyen nû yên xiyanet û rezaletê ye. Tê xwestin ku bajarên tirkmenan ji xwediyên xwe yên esil û eslî bên qetandin. Ji bo vê divê îzin neyê dayîn û tu car destûr neyê dayîn."