28 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2016
ANKARA
Wezîrê Pêşketinê Lutfî Elvan bû mêvanê Maseya Edîtoran a AAyê û pirsên der barê rojevê da bersivand.
Di pirsekê da nîqaşên li ser sîstema serokatiyê bîra Wezîr Elvan xistin û tesîra li ser aboriyê jê pirsîn, li ser vê Wezîr Elvan got ku wek AK Partî sîstema serokatiyê dixwazin û ji bo aborî û hedefên siyasî sîstema serokatiyê ji bo Tirkiyeyê girîng e.
Elvan destnîşan kir ku ew ê derbasbûna sîstema serokatiyê ji biryara gel ra bihêlin û wiha got: "Em dixwazin ku ji hêla mezinbûnê va pêşva biçin û aborî û siyaseta me xurtir bibe û bînin wê astê. Em dixwazin di qada aboriyê da, di qada siyasetê da derkevin asta jor. Em wisa difikirin ku ji bo vê jî pergala serokatiyê şert e."
Elvan diyar kir ku têkoşîna dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) bi serkeftî dewam dike û wiha pê da çû: "Em bi rêxistineke wisa ra rû bi rû mane ku ji bo armancên xwe her tiştî mubah dibîne û dike. Dînê gel îstismar dike, dibe ku tiştekê piçûk xanê bike lê pirs jî dizine. Du xwendekaran bînin ber çavên xwe ku yekê wan dixwaze bibe efser, binefeser an jî têkeve saziyeke dewletê û bixebite û ji bo vê bi şev û roj dixebite. Hûn vî kesî serkeftî nabînin yekî ku ji tu tiştekî fehm nake ji ber ku di kontrola FETOyê da ye dixin saziyeke girîng, didin xebatê. Ev çito heq ev çito hiqûq? Em vê çawa qebûl bikin? Kîjan dîn vê qebûl dike? Dibê milet vê rêxistinê baş fehm bike."
Wezîr Elvan diyar kir ku xebatkarên Wezareta Pêşketinê û yên saziyên eleqedar derûdorê 3 hezarî da ne û der barê ji ber FETOyê ji wezîfeyê hildanê da wiha got:
"Ji wezaret û saziyên girêdayî wezaretê hetanî nika 350 kes ji wezîfetê hatin derxistin, ev jî teqabûlê ji sedî 10-11î dike. 30 kes jî ji wezîfeyê hatine dûrxistin. Ji kesên payebilind alîkarekî misteşar, 2 midûrên gişkî, 10 serokên daîreyê ji wezîfeyê hatin hildan. Ji 26 Ajansên Pêşketinê 10 sekreterên gişkî hatin avêtin. Li ajansên me paqijiyeke girîng hat kirin. Me mifetişên milkiyê wezîfedar kirin. Ji bo ku ajansa piştgirî dane kê bê eşkerekirin nika xebateke berfireh tê kirin."
Elvan li ser pirseke der barê alîkariya kirîna makîneyan a bê faîz da got, "Alîkariya kirîna makîneyan a bê faîz ew ê ji bo 7 salan be, di 2 salên ewil da deynê neyê dayîn. Heke makîne û techîzat malên xwemalî bin ev deyna ew ê ji bo 10 salên bê dayîn, dema perenedayînê ew ê ji 2 salan derkeve 3 salan. Qirêdiya destgehan ew ê ji bo 5 salan bê dayîn, di 2 salên ewil da deynê neyê dayîn û ji 50 ew ê bê subvasekirin. Em ê ji bo vê qirêdiyê temînatê bixwazin. Me hemû xebatên xwe temam kirin. Bankeya me ya Pêşketinê amadehiyên ku hewce bûn, kir. Lazime em ji Lijneya Wezîran destûrê bistînin, ew jî amade ye. Di rojên pêş me da herî dereng di nav 15 rojan da emê pêşniyazan hildin. Em hatin asteke girîng."