Haydar Şahin
14 Îlon 2018•Rojanekirin: 15 Îlon 2018
ANKARA
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di Civîna Serokên Bajaran a Berfireh ya li navenda giştî ya partiya xwe hat lidarxistin da axivî.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bal kişand ser geşedanên dawîn ên li welêt diqewimin û got, "Ya rastî nika ez li ber sînorê sebrê me û ev jî heta ciyekî dibe. Lewra em nikarin ji mêtinkariyê ra bêjin ser seran."
- Zêdebûna dowîzê delîlê hewla sûîqesda aboriyê ye
Serokomar Erdogan der barê zêdebûna kurên dowîzê û geşedanên aboriyê da wiha axivî: "Me got dibe ku ji ber nediyariya beriya hilbijartinê guherîneke wiha çêbû. Ligel vê em nikarin geşedanên paşê derketin jî bi heman nêrînê binirxînin. Dowîzê ku di tîrmehê da di heman astê da bû di tebaxê da nişkêva derkete asta 7 lireyî, ev bi tena serê xwe jî delîlê hewla sûîqesda aboriyê ye.
Me bersiv neda daxwazên bêrêziyê yên ku qesdî desthilatdariya welatê me dikin, ên rêveberiya Amerîkayê ji ber vê encameke wiha derket pêşiya me, ev jî nîşan dide ku mijar serî hetanî binî siyasî ye. Mijara ku li Tirkiyeyê qewimî nîşan da ku êdî li dinyayê ewlehiya aborî û siyasî ya tu welatî nemaye."
Erdogan mijara zêdekirina faîzê û serxwebûna Bankeya Navendî nirxand û got, "Her tim zêdekirina faîzê dianîn rojevê Bankeya Navendî bi rêjeyeke mezin faîz zêde kir. De dibêjin 'Serxwebûn', kerem bikin 'Serxwebûn'. Em ê nika encama serxwebûnê bibînin."
- "Kesên ku îxracatê û îtxalatê nakin bira bi dowîzê ra eleqedar nebin"
Erdogan bangî welatiyên li dervayê welêt kir ku bira ew jî tevkariyê bidin welêt bi hev ra ji vê pirsgirêkê xilas bibin û wiha axivî: "Ez bang dikim ku bira sertîfîkayên kirê, tehwîlên ewro û zêran yên ku dahatê tînin bira binirxînin."
Serokomar Erdogan di mijara eleqeya ku welatî nîşanî dowîzê didin da jî wiha pê da çû: "Kesên ku îxracatê û îtxalatê nekin divê karê wan bi dowîz re nebe. Ez bangî welatiyên xwe dikim, bi pereyê xwe û yê me ewle bibin."
- Berê xwe bibin lireyê Tirkiyeyê
Erdogan destnîşan kir ku dowîzê li ser serê Tirkiyeyê wekî darê zorê bi kar tînin û wiha got "Dixwazin ji ser kurên dowîzê ra li Tirkiyeyê bixin, dibê em bi îstixdam, hilberîn û îxracatê va vê vegerînin avantajê û bersiva xwe bidin. Ne di pirtûkên xwendingehan da ne di tenduristiyê da ne di derman da ne jî di xizmetên din da tengasiyek heye."
Dibê di hemû teserûfan da ji dowîzê vegerin lireyê Tirkiyeyê û berê xwe bidin amûrên fînansê yên qîmeta wan bi pereyê me hatine eşkerekirin."
- "Tirkiye ew ê ji vê pêlê xilas bibe"
Serokomar Erdogan got ku Tirkiye ew ê ji van geşedan û pêlan xilas bibe û wiha pê da çû:
"Tirkiye ew ê di demeke kin da ji vê pêlê xilas bibe. Lêbelê kesên kêmfirsend jî kesên fedakar jî ew ê neyên jibîrkirin.
Ev heyameke wisa ye ku me kesên kêmfirsend û embarker ên li milet û dewleta xwe îxanetê dikin hem jî kesên îmkanên xwe seferber dikin veberhênanê dikin, hilberînê zêde dikin, îstixdamê didomînin tesbît kirin. Ev rojên wisa ne ku kesên beriya berjewendiyên xwe berjewendiyên milet û welêt difikirin ji yên din cuda dibin. Em nika wan zehf baş nas dikin."
- Hilbijartina herêmî
Serokomar Erdogan ji bo hilbijartina herêmî jî wiha got: "Înşallah em ê xebatên tesbîtkirina namzedan hinekî pêşda hildin û li gor wê xebatên xwe bimeşînin.
Ji bîr nekin gotinek heye dibêjin 'bazirganên muflîs li defterên berê dinihêrin." Yên ku neşiyan me li seheyê û ser sindoqan têk bibin gazî rêxistinên terorê, derbekaran kirin. Me bi gelê xwe re ev lîstik jî dît. Yên ku hewl didin bi rêxistina terorê re bibin namzed, bila qusirê nenêrin ji me tu helwesteke demokratîk nabînin.
Me di hilbijartinên 24ê hezîranê ya Serokomariyê da û li meclisê bi MHPyê ra îtifaq kiribû. Di hilbijartinên herêmî da jî gelo îmkaneke wiha dîsa çêbibe yan na, em ê binêrin. Eger îmkaneke wiha çêbibe em ê vê binirxînin. Di îtifaqa Serokomariyê de çi bû, dibe ku îmkan çêbe em di hilbijartinên herêmî da jî heman tiştî bikin."