14 Îlon 2018•Rojanekirin: 15 Îlon 2018
ANKARA
Li gor agahiyên Sererkaniyê da, di navbera 7-13ê îlonê da li Şirnex, Sêrt, Hekarî, Diyarbekir, Mêrdîn û bakurê Iraqê operasyonên li dijî sitargeh, wargeh û rêyên PKK/KCKya rêxistina terorê dewam kirin.
Di operasyonan da 19ê wan li nav, 35ê wan li dervayê welêt bi tevahî 54 terorîst hatin berterefkirin, ji wan yek jî qaşo ji kadroya serokan e.
Di operasyonên hatin kirin da 6 tivingên piyadeyan, hewan, RPG-7a rokêtavêt, LAWa çeka tankşikên, debançeyek û fîşengn wê, 14 bombeyên destan, 27 funye, dûrbîna şevê, bêtêlek, 48 kîlo amonyum nîtrat û 12 kîlo û 200 qiram teqemenî, 8 teqemeniyên bi destan hatine çêkirin hatin îmhekirin. Di operasyonan da eskerek birîndar bû.
Di operasyonên dijî çavkaniyên fînasê yên rêxistina terorê da jî 11 hezar û 220 pakêt cixareya qaçax, 4 hezar û 900 litre sotemeniya qaçax, 55,85 kîlo tovê kirkirkê, 63 hezar û 437 serî kirkirk û 4 ton û 386 kîlo hişbir hat girtin.