07 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2016
ANKARA
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu di weşana zindî ya NTVyê de bersiva pirsên rojnamevanan da.
Kiliçdaroglu li ser pirsekî der barê nîqaşên destûra bingehîn a nû de nirxandina "Ne tenê destûra bingehîn a nû, ji ber ku Birêz Davutoglu jî soz da, em ji ber hiqûqa derbeyê ya 12ê îlonê komîsyonek ava dikin. Destûra Bingehîn parçeyeke wê hiqûqê ye."
Kiliçdaroglu li ser pirsa "Der barê bûyerên terorê yên li Başûrê Rojhilatê Anadoluyê pêşniyazên çareseriyê yên CHPyê çi ne" da zanîn ku navnîşana çareseriyê TBMM ye.
- "Em awayê ku KCDyê eşkere kir rast nabînin"
Ji Kiliçdaroglu helwesta wî ya der barê xweserî û xwebirêvebirinê de hat pirsîn. Kiliçdaroglu li ser vê qal kir ku dîsa şertê xweseriya birêvebirinên herêmî yên ku hemû herêmên Tirkiyeyê dikevine navê qebûl dikin û divê ev yek bê tetbîqkirin lê ya ku HDP dixwaze "xweseriya herêmî û statuya der barê herêmê de ye."
Kiliçdaroglu bi bîr xist ku di daxuyaniya ku Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) eşkere kir de xwe bi xwe parastin jî tê xwestin û wiha axivî: "Em dijî vê ne. Jixwe hêzên çekdarî yên dewletê hene."
Kiliçdaroglu diyar kir ku divê birêvebiriyên herêmî ji aliyê çavkaniyên dahatê û ji aliyê tiştên din ve bên xurtkitin û wiha axivî: "Dema xweserî tê gotin nêrîneke wekî welat dabeş dibe derdikeve holê. Tabiî di vî warî de em xwesariya herêmî qebûl nakin û rast nabînin. Bajarek an jî ji yekê zêdetir bajêr dê bên bal hev ku terîfkirineke wisa tê kirin, em vê rast nabînin. Em awayê ku KCDyê eşkere kir tu carî rast nabînin."