15 Hezîran 2018•Rojanekirin: 15 Hezîran 2018
ÎSTANBUL Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan nimêja înê li Mizgefta Navend a Siltançifligê kir û paşê di mitînga partiya xwe da xîtabî gel kir.
Erdogan bi bîr xist ku ji hilbijartinê ra 8 roj mane û wiha got, "Ya rastî me îro du eydî bi hev ra kir. Eyda Remezanê û în."
Serokomar Erdogan eyda welatiyan pîroz ki û wiha axivî:
"Hemd ji Xwedê Teala ra be ku em gihandin Remezanê û eydê. Daxwaza min ew e ku Xwedê 8 roj şûn da jî cejna demokrasiyê nesîbê me bike. Lewra em derketine rêyekê. Di vê rêwîtiyê da hûn yên li hemberî me dibînin wisa nîne? Gelo van ji bo gel û welêt çi kiri ye? Gelo derdekî wan ê wekî têkoşîna dijî terorê heye? Gelo nêrîna wan a ji bo aboriyê heye? Gelo derdê wan ê tenduristî, perwerde, turîzm û ragihandinê heye?"

Erdogan diyar kir ku hetanî vê gavê namzedên din li ser têkoşîna dijî terorê tu tiştek negotin û wiha pê da çû:
"Hetanî vê gavê di serî da Înce ji devê van gelo gotineke li ser têkoşîna dijî terorê derketiye? Çima? Di kitêba wan da têkoşîna dijî terorê tune lêbelê di ya me da heye. Ez ji vê derê bang dikim. Em li dijî terorê têkoşînê didin. Birêz Înce û yên din radibin û rûdinin çi dibêjin? 'Çima di girtîgeha Edrineyê da bimîne'. Birayê min tu merivekî çawa yî? Partiya van gelo nikare merivekê girtî nîne, mehkûmiyeta wî tune bibîne ku vî dixe namzed. Derd cuda ye. Bay Înce çi kir? Çû Edirneyê begefendî ziyaret kir.
"Em ê li aliyê mezlûman bisekinin"
Serokomar Erdogan bangî welatiyên ji Başûrê Rijhilatê Anadoluyê kir û wiha axivî: "Min hetanî nika got xuşk û birayên min ên Kurd, min cudakarî nekir. Çima? Di nirxên me da cudakariyeke wekî Tirk, Kurd, Laz, Çerkez, Ebxaz, Gurcî, Arnawid, Boşnaq tune. Em ji bo Xalik ji mexlûqan hez dikin. Li gor emrê Xwedayê xwe tev digerin û em cudakariyê nakin. Lêbelê Demirtaş di bûyerên 7ê hezîranê da xuşk û birayên min ên ji Diyarbekirê daxist kuçe û kolanan. Ma li wê derê 53 birayên min ên Kurd nehatin kuştin? Vê lîstikê hun ê xirab bikin. Ji bîr nekin, meriv tu carî bi zilmê abad nabe. Ji bo vê em ê li aliyê mezlûman bisekinin û vê bidomînin. Em ê vê lîstikê xirab bikin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bal kişand ser êrîşa li dijî AK Partiyiyan a li Sirûcê û bi bîr xist ku Parlementerê AK Partiyê yê Şanliufayê Îbrahîm Halîl Yildizê Kurd do esnaf ziyaret dikirin û wê demê da rastî êrîşê hat û di êrîşê da kekê wî hat kuştin.

Erdogan diyar kir ku êrîşkaran gotine 'Ma hûn nizanin ku em HDPyî ne? Çima hatin vê derê?' û wiha pê da çû: "Dibe ku tu HDPyî bî. Yek were ziyareta te tu çima aciz dibî? Kekê parlementerê me îro hat binaxkirin. Serokwezîr û wezîrên me li wê derê ne. Em aştiyê dixwazin, ew jî bi devkî aştiyê dixwazin, dibêjin azadî. Hemû derew in. Hejmara kesên ku wan kuştin hetanî nika gihîşte bi sedan, bi hezaran kesî. Yên ku li pêşiya Şaredariya Diyarbekirê dayîkên Kurd didan girîn ew nebûn? Yên ku qîzên wan direvandin ev nebûn? Xuşk û birayên min tu we ji me tiştekê wiha bihîst? Ev hê wan didomînin. Hûn hene ku 8 roj şûnda li ser sandiqê bi rêya demokratîk hesab ji van bipirsin?"
"Em ê di nav çend rojan da mizginyeke din jî bidin we"
Serokomar Erdogan got "Em nika di ser Qendîlê da bombeyan dibarînin. Înşaellah em ê di nav çend rojan da mizginyeke din jî bidin we. Xwedê quwetê bide Mehmetçikên me. Xwedê mihefeze bike."