Nihat Kavşut
23 Mijdar 2017•Rojanekirin: 23 Mijdar 2017
ANKARA
Wezîrê Spor û Ciwaniyê Bak: "Ji bona Şampiyoniya Fitbolê ya Ewropayê ya 2020an ez hêvîdar im em ê ewrên tarî yên li ser xwe belav bikin. Li gor min sîstema menejertiyê li Tirkiyeyê baş rûneniştiye, sîstemeke ku rûniştiya tune. Pêvajoyeke ku bi hin têkiliyan dimeşe heye. Dibê ev zehf baş bê kontrolkirin."
Wezîrê Ciwanî û Werzişê Bak: "(Lîstikvanên biyanî) Klûban di çarçoveya biryara berê da ji bo heya 2019an hin kontrat çêkirine. Em nikarin ji wan ra bêjin 'ka wê kontratê betal bikin'. Ji ber hindê ew jî di vê mijarê da xebatê dikin. Em vê yekê ligel klûban gotûbêj dikin. Ez wer difikirim ku bira bi qalîte be û ji bo tîmekê jî reqama wekî 4-5 jî baş e."