Sevim Hatun
18 Tebax 2016•Rojanekirin: 18 Tebax 2016
ANKARA
Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu got: "Teror ji kîjan aliyê va bê bila were, armanca wê çi dibe bila be, divê hemû partiyên siyasî, saziyên civakî yên sivîl, saziyên pişeyê hemû bi hev ra lenetê lê bînin. Em ê hevkarî û yekîtiya xwe ya li hemberî terorê tim bidomînin. Dîsa bi eşkereyî bangî hikûmetê dikim; hûn ji bo qirkirina terorê ji muxalefetê çi dixwazin, em amadene ku bikin. Me heta îro kir û çi ji me xwest me da, lê em ji hikûmetê tiştekî naxwazin; we ji me çi xwest me da, ji kerema xwe ra hûn jî êdî vê pirsgirêka çareser bikin."