Sevim Hatun
18 Tebax 2016•Rojanekirin: 18 Tebax 2016
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim, piştî êrîşa ser Midûriyeta Ewlekariyê ya Elazigê ji bo li cihê bûyerê lêkolînê bike, ber bi Elazigê va bi rê ket.
Wezîr Yildirim bi balafira taybet ATAyê di saet 13.00an da ji Balafirgeha Esenbogayê hereket kir.
Wezîrê Parastina Neteweyî Fikrî Işik, Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala, Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag, Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betul Sayan Kaya tevî Serokê Sererkaniyê Orgeneral Akar bi Serokwezîr Yildirim ra çûn.
Ji aliyê din va hat ragihandin ku Serokwezîr Yildirim hevdîtinên fermî yên wê îro bikira taloq kir.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, der barê êrîşa terorê ya li ser Midûriyeta Ewlekariyê ya Bajêr a Elezîzê da ji rayedaran agahî hilda.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên serokomariyê hat hildan, Serokomar Erdogan piştî êrîşê li ser têlefonê bi Waliyê Elezîzê Mûrat Zorluoglu, Serokwezîr Bînalî Yildirim û Serokê Sererkaniyê Orgeneral Hulusi Akar ra xeberda û der barê bûyerê da agahî hilda.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku Xwedê rehma xwe li 3 polêsên me yên şehîd bûn bike û ji birîndaran ra şifayê bişîne.